| |
Mizgîn
Mehmûd
Avdar bû.....
rehên xwîna te
bi salan di bez de gevist bûn.
Avdar bû.....
tovê te
nêrgiz û binefşên
te
di bin berfê de nivist bûn.
Avdar bû
û vê avdarê...
rêçên te, tev dirist bûn
nevyên te , rabûne ser xwe
tev nicadperest bûn.
Avdar bû
gelo ma Ciwanê te
çend avdar dîtibûn...
Avdar bû
gelo ma Mizgîna Efrînê
Mizgîna Hisiça
çend nameyên evînê xwendibûn
Avdar bû....tev xortanî bû
Siyamendê te
nêçîrvanê pezkovî bû
Avdar bû....tev keçkanî bû
Xeca te...wiha sêwî bû
xwe berbi karwanê teve werkir
lo Siyamendo...va ey hatim
hatina wê
tev şîlan
bû ,tev fêkî bû
•••
Qamişloka
min
tu îro...
şehnaza
min, xweşka
şehîdan
tu ..wê tayê rîhanê
wê payebûna di çavan de bo manê
tu îro ...wê gula hinarê
ber bi sînga xwe ve bibe
ewan çirawîskên di çavên wê de biramûse
çîroka Kurdo û Avdarê
bo nifşê
nuh binûse
bera şehîdê
neştuman
qurmê xwe
di nav axa te ya pîroz belakî
û ber bi jor ve
bera ew şaxê
vejîn şakî
bi kulîlkên xwe
yên nuh bişkivî
bera ew li te temaşakî.
•••
Qamişloka
min
bi tilyên xwe yên lerizî
tu rahêje xunava barbangê
wê bi ser gora Gîvara û Ciwan de bireşîne
di çavên xwe de
tu ronahiya gelawêjê hilgire
bera gora hemo Pakrewanan biçirisin
tijî xortanî bûn ew Qamişloka
min
tev hêvî bûn ew.....şehnaza
min
•••
Avdar bû
serhildaneke nuh bi rengê Kawa bû
hinara gihiştî
hilweşiya
ta Hewlêra baytext
Amed û Mihabad hejiya
Mihemed şêxo
bankir
bejnê da ser çiya
êdî...girî û hawar
dilê dayka min hîn nakî
êdî ava Ormiya û Wanê
pêlên Aras û Ferat
têra çavên wê nakî.
•••
çendîn tu comerdî Qamişloka
min
çendîn tu serbilindî evîna min
te bi destekî
agir li Tirbesbîka min vêdixist
û bi destê din
te nanikê min
bi tenûra Amûdê ve dixist
te bi tîrên xwe
serxweş
dikir
Dêrik û Hisiça min
te bi ramûsanên xwe
sermest dikir
Kobanê û Efrîna min
te bi hemo alavên xwe
xecxecokên Başokanî
har û dîn dikirin
ji Serêkaniya min
te gazî dikir
vê sedsalê
vê nuh demê
van nuh Fer´ewnan
te digot: çîroka min çîroka hebûne
çendîn rêçên karwanan di dil de vebûne
çîroka min...
çîroka hebûne.
|
|