|
Şêrkoh Hopo
Di ramûsim wan destên te
li gel wî kevrê cigerdar
Rewanpakê vê doza min tu bûye rêber
û serdar
Serhildana te rewanpak hejande
kevlê sitemkar
Şadkir dilê kurdperweran
li paytexta mey birîndar
Qamişloka evîna me
şarê Cigerxwînê hesar
Ev rûdanek dîrokîye
berxwedana wesa pêdar
Ji bo doza mey netewî milet
amade û hişyar
Li pê dozatene îro
b´te serbilind û payedar
Bi xwîna xwey ergewanî te
avdaye ev xak û war
Ji Amûdê ta Zorava
gel rabûne bi zav û kar
Xwîna tey sor rewanpakêm
li jîna me kirye buhar
Milet kirye yek hêz û dil ji
bo dozê himber neyar
Li Efrîn û li Kûbanê
navê teye hêza jîndar
Berxwedane serhildane li dij
rêjîma sitemkar
Şovenîstê Selîm Kebûl
kuşt´na kurdan ji xwer kir kar
Mizgîna cengê daye Şam
bê biryare hovê Beşar
Beşarê bê hiş û mejî
diktatorê nûjen, kevnar
Li şam bûye şêwirdarî
tirsîye rêjîma bêçar
Erebperestên şofînî
helestin dil bi kîn û jar
Faşistên rêjîma Baas li
gel wî Xedamê xwînxwar
Ev Rêjîma kevneperist bi
ordî û bi çek û ar
Xwestin kurdan vebirînin
weke Hema bikin kuştar
Êrîş dane ser gelême bi
girtin û zindan û dar
Nizanin ev ne Hemaye ev
Qamişloya ronîdar
Şarê hebûn û jiyanê
ji bo kurdên umîdewar
Miletê kurd vane rabûn
xwelya salan kir tarûmar
Dê serhildan berdewambin çarenûsî
bome nûjdar
Xort û keçên îro vane
bi zanistî bûne çekdar
Çekdarên zanîn û aştî
li her hêlêne xebatkar
Li dergehê cîhan dane
deng vedane herçar kenar
Cencewîdên Baas û Efleq
êdî nemaye bo we çar
Çûye dema terorawe
dadgeha gel vaye lidar
Tirs û sawa we ya salan
l´dîroka reş bûye nîgar
Rewanpakên doza kurdan
serîhildin nebin xembar
Miletê kurd li meydane al
hildane li gund û şar
Hildin doza serxwebûnê
cihê bibin em ji neyar
Serbixwe û azad bijîn
bijîn bi serok serdar
Kurdistaneke serbixwe
cîhan dê bibî ronîdar
Swêd/ Stokholm, 11.03.2007
Sherkoh-h@hotmail.com
|