| |
M.Emin
ev pertûk morîkeke ji wê ristika ku mamosta
Deham morîkên wê tev de kirine di selikekî
de û deynane ber xwe,û hêdî-hêdî morîkên wê
ristikê bi darvedikê .
Berhema Cînav ew jî berhemeke mamosta Deham
êxistiye ber pêkol û lêkolînê û bi hûr û
berfereh li ser rawestaye û ketiye zeviyê û
xepartiye .
Cînav wek ku zimanzanên kurdan yên pêşîn,
her yekî ji wan bi zarwazekî bi navkirine û
ev yeke îro roj bûye cihê alozî û astengiyê
û xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên vî
zimanî têxin di sergêjayî û teqanê de .
Ji ber vê mamosta Deham ew pêmayê dêrên li
ber xwe raxistiye, û babeta Cînav wek
mijarek serbixwe kirye naveroka vê pertûka
xwe,rêyên baş û çareseriyê ji wan pirsgirêk
û aloziyên re destnîşankiriye . naveroka
pertûkê dibin van nav û nîşanên xwarê de
hatiye raxistin û belavkirin :
-Cînav di pertûkên rêzimanî de .
Beşên Cînavan
1-Cînavên Kesîn
2-Cînavên Pirsiyarî
3-Cînavên Nîşandanê
4-Cînavên Bêhêl ( Bêlayen )
5-Cînavên Girêkî ((ku))
6-Cînavên Peywendî
7-Cînavên Nenas
-Hevalnav ( Rengdêr )
-Hevalkar (Hoker)
Pertûk bi şêwazekê akadîmî hatiye
berhevkirin û mamosta xwe di pêkol û
vewejartinê de pir êşandiye û di karê xwe de
serketiye.
Pertûk ji (96) rûpelên destê navê pêkhatiye.
çapa yekemîn-li Duhokê-ji aliyê dezgeha
sipîrêz ve, di sala 2006 ê hatiye çapkirin,
çapa duwemîn-li Sitembolê –ji aliyê
Enistûtiya Kurdî li Amedê ve, di sala 2006 ê
hatiye çapkirin .
|
|