| |
Di 17 sibatê de, li Stenbolê, di kampûsa
Zankoya Bilgiyê de Konferansa Mehmed Uzun
çêdibe. Dezgehên piştgir ev in: Zankoya
Bilgiyê ya Stenbolê, Komîteya Çandê ya
Anadoliyê, Komîta Mehmed Uzun li Swêdê û
Konsolosxaneya Swêdê li Stenbolê. Hejmarek
kesên ji Tirkiyê, Norwêç û Swêdê ku bi
edebiyatê dadikevin, dîtinên xwe di bin
sernivîsa ``Nivîsîna bi zimanek e rêlêgirtî
û Çi b serê çîrokbêjan hat?`` dê bînin
zimên. Li gorî zaniyariyên di malpera ``Bir
sevda kenti Amed`` de hatiye belavkirin,
programa konferansê wisan e:
9:30-10:00 Vekirin
Axafina vekirinê Prof. Dr. Jale Parla
Panela 1:em, Nivîsîna bi zimanek e rêlêgirtî
10:00-11:00, rûniştina yekê, Moderator: Jale
parla
- Li Sirgonê nivîsîn, Eugene Schoulgin
- Çêkirina hilbêrînê li Sirgonê, Thorvald
Steen
- Bi dengê xwe sirgonbûyîn û bi zimanê xwe
bi paş ve hatin, Aslı Erdoğan
- Zimanek, zimanê dîroka wê edebiyatê ye,
Ömer Türkeş
11:00-11:15 navber
11:15-12:15 rûniştina duwê, Moderator: Maria
Modig
- Çima nivîsîna bi zimanek qedexe, Azar
Mohloujian
- Qonaxa wergerandina edebiyata Mehmed Uzun
bo tirkî, Muhsin Kızılkaya
- Mehmed Uzun û mafê nivîsîna bi zimanê dê,
Ragıp Zarakolu
- Ji bo bihêzkirina mafê çapemeniyê
avakirina sîstemek Ewropî, Jonas Modig
12:15-12:45 gengeşî
12:45-13:45 Xwarin
Panela duwê, Çi b serê çîrokbêjan hat?
13:45-14:35 rûniştina yekê, Moderator Müge
Gürsoy Sökmen
- Çîrokbêjiyek mûxalîf, mûxalîfek
mecbûrmayî, Maria Modig
- Bi çîrokbêjan re liqayîhevûdubûn, Ass.
Prof. Per Erik Ljung
- Qedera çîrokbêjan, Björn Linnell
14:35-14:50 Navber
14:50-15:40 rûniştina duwê, Moderator: Prof.
Dr. nazan Aksoy
- Di romanên Mehmed Uzun de eleqatê çîrokbêj
û lehengên wê, Doç. Dr. Necmiye Alpay
- Di romanên Mehmed Uzun de çîrokbêjên wê,
Selim Temo
- Di edebiyata Mehmed Uzun de bajar, Şeyhmus
Diken
15:40-16:40 gengeşî
16:40 axaftina dawî, Mehmed Uzun
(Zarathustra News)
|
|