۞ عربي     ۞  Kurdi      ۞  Deutsch    ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞ Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf  

 

 
Google

 
 

nûçyên hunerî

 

Romana Jan Dost a bi navê (3 gav û 3darek) derket

 
   

Ji nav weşanên avesta, romana nivîskarê Kurd Jan Dost (42 salî) ya bi navê( 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de ) derket.
Hêjayî gotinê ye ku ev romana Jan Dost ya duyem e piştî romana Mijabad ya ku di sala 2004 an de derket û di pê salekê re bi tirkî jî hatibû wergerandin û çapkirin.
Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 salîya serhildana şêx Seîd sala 1925 an hatiye weşandin, romannivîs şopa Mijabadê diajo û bi wî zimanê xwe yê helbestî dîsa tevna serpêhatî û bûyer û qederên lehengên xwe dirêse. Ew bi tevayî li ser kêlîka berî bidarvekirina nemir şêx Seîdê kal e û dema berî şoreş dest pê bike û bûyerên ku di nava şoreşê de qewimîbûn. Roman ji 214 rûpelan pêk tê, û li ser çend beşên sereke( ku nivîskar navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji wir tê) tê par vekirin.
Navê romanê: 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana şêx Seîdê kal de.
Weşanxane: Avesta 2007
Nivîskar: Jan Dost

 

info@kurdroj.com

 

 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005