| |
Lîstika “Rojnivîska Dînekî” ya Teatra Avesta
ku di sala 2003’an de hatibû avakirin dê di
18’ê Sibatê de li Salona Şanoya Seyrî Mesel
derkeve pêşberî şanohezan.
Lîstika “Rojnivîska Dînekî” ji aliyê
nivîskarê rûs Nikolay Gogol ve hatiye
nivîsîn û wergera wê ya ji bo kurdî ji aliyê
şanoger Aydin Orak ve hatiye kirin.
Derhêneriya lîstikê Cîhan Şan dike. Lîstika
ku tenê ji aliyê şanoger Aydin Orak ve tê
lîstin, beriya niha li gelek bajarên Tirkiye
û Kurdistanê derketiye ser sehneyê.
“Rojnivîska Dînekî” ku di 10’emîn Mîhrîcana
Şano ya Navnetewî ya Enqereyê de tekane
lîstika kurdî bû, bi plakete mîhrîcanê
hatibû xelatkirin. Lîstik; di nava civakê de
ku çerxa çînî ku her diçe zêde dibe û mirov
xwe weke kêzikekê nabîne vedibeje. Karmendek
van hevsengan dipirse û her ku diçe ber bi
dînîtiyê ve diçe û dikeve rewşeke paranoyak.
Bilêtên lîstika “Rojnivîska Dînekî” li
Salona Seyrî Mesel tên peydakirin û lîstik
di 18’ê Sibatê de derdikeve pêş şanohezan.
ŞANOYA SEYRÎ MESEL
Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan - Nane Sk. No:
5 K: 4 Beyoğlu/İSTANBUL
Tel: (212) 244 80 46
TEATRA AVESTA
tiyatroavesta@gmail.com
0535 685 26 06
JI BO TEMAŞEKIRINA FRAGMANA LÎSTIKÊ
BITIKÎNIN:
http://www.youtube.com/watch?v=nZuXOx5sLxc
|
|